bewemzanî felek řewşen zemîran daym efroşî

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  487 Dîtin
bewemzanî felek řewşen zemîran daym efroşî
keser dênêteder řojî be zułmatî şew eypoşî
gelê kes wek felek bedmeste çawî xoşî nabînê
becamî xor ke camêkî le xumxaney şewa noşî
le ’eyb û ’ar û te’ne herkesê perwa neka bê şik
be lence û larî bûkane, cîhan hatote serkoşî
be naw bo îstîraḧet arezûy dinya eken xełqî
ke çî xo nayełê dinya řeḧet bê bełkû têkoşî
muqabîl yarî min yarayî westanî nebû xurşîd
le dawênî şewî kêşa be serda tuḧfe serpoşî
diłit piř ke le awî zîndeganî ’eşq û dem teř ke
seqa xo tînuwe daym hełîgirt kûpeyî boşî
witî toy min minim ya to ke min lêmdawe toy girtuwe
bizane çende řendaney be şêxî witwe serxoşî
leber ew şem’î řuxsare bisûtê bê seda ey dił
ke fexrî meclîsî řendane wek perwane xamoşî
be xamoşî cîhanî ’eşq řewacî dawe bem ’esre
bedił ḧemdîNasnava edebî binałêne be dîde zû bide coşî