ciger xwênînî lêwî ał û dił zuxałî zuxałim

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  573 Dîtin
ciger xwênînî lêwî ał û dił zuxałî zuxałim
demê pişkom wekû yaqût û wextê ’ud û zuxałim
wekû eksîrî eḧmer pêy xenawî ger be sermanê
misî qałî muḧîbbetim û deçête lîre mîsqalim
be kełkî mirdinîş nayê ewî bedḧałe ḧałdarîş
be derdî min deçê kafir be cestem çende bê ḧałim
qisey ḧeq qet meke ye’nî qisey naḧeq le dinyada
le ’eynî îstiraḧetdam le wextêkî keř û lałim
ser û samanî perçem qet buwe bidrête des şane
be dił řêşî qedîmmida minîş waçû ser û małim
binazim barşî feyzit bimînê hewrî ẍem bo min
beser deryayî firmêska degêřim êste bermałim
’ereq řêjî xecałetim û eşk řêjî peşîmanî
ke bûme beḧrî řeḧmet ca deşom ewraqî e’malim
be badî seřseřî serdî ewt min naşkêm emma
bira piştî şikandûm bêkesî bestûyetî bałim
le haw’umrî mey û gułdaye řû sûrî û fireḧ yaran
wekû ney ca denałênim le penca têpeřî sałim
şukir lem dewreda mezłûme załim besme min ḧemdîNasnava edebî
nema mezłûm û nobey xoye zułmî lê bika załim