be tuřřey perçemî şoxê dûçarim

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  616 Dîtin
be tuřřey perçemî şoxê dûçarim
ełêy řûsim esîrî destî çarim
mełê perwane şewqî ’eşqî zore
minîş sûtawî şem’î kułmî yarim
xetay mensûre em îrsey becê hêşt
leser ḧeq wa minîş serdarî darim
le dûy awazeyî mecnûnî meste
ke řûm kirdote çol û pişt le şarim
xelîlułła ełên xoy xiste agir
minîş kewtûmete hîcrî nîgarim
min û nînok û ferhad û qułinge
ew û kêw û min û sersexte karim
emane namdaranin le ’eşqa
be tenha min emende namdarim
le çawî mest û mexmûrit bitirse
hemîşe meykeş û daym xumarim
telî ’ûdî serî zilifit be qanûn
minî kêşaye lay ustadî tarim
xetam kird basî zilfim kewte ser dem
meḧałe xatîmey ewsafî yarim
mełê ẍembarekem serşanî řêşe
heta meylit bibê bo ẍem le barim
fîraqit agirî girt têgeyştim
gułî nuxşey xezane bo beharim
ke pirsî ḧałî çawî ḧemdîNasnava edebî canan
biłên bo ew xerîkî çawezarim