qet meken ’aşiq beserbestî beyanî îştyaq

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  360 Dîtin
qet meken ’aşiq beserbestî beyanî îştyaq
piř be dinyayêke şêx û załim û ehlî nîfaq
em sibeynêye ke kewte cîlwe dilber řojhełat
řû be řûy yek bûnewe řojê bû nî’mel’îttîfaq
seyrî saqî gerdinî saqî û milî mînayî mey
bo serî meyxiware kirdûyane elbet îttîfaq
dił be narî fîrqetit birjawe çawim piř le eşk
cem le esbabî terebda neybuwe wek min tifaq
yar le min řoḧî dewê min maçî lêwim wîstuwe
min witim pêşkeşte fermûy to meke teklîfî şaq
wek xetîbî kifir û mu’mîn wextî xutbe yek kewn
min fîẍanî elwîsałim kird řeqîbîş elfîraq
řû biçerxênî le ’uşşaqit dezanî wek çîye
ehlî qîble ya biřûxê qîbleyan ya bête taq
ḧemdîNasnava edebî badey tałe şekirawî nîşatî ’arîfan
çunke basî zahîdan gořîwyetî tamî mezaq