oxey oxey çende yarim nazenîne şox û xoş

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  564 Dîtin
oxey oxey çende yarim nazenîne şox û xoş
wek kiřîdare bexende wa beẍemze xofroş
em şekir guftare wek tûtî minî xiste qise
nuxşe bê emca le ẍunçe mujde bê bulbul le toş
ew gułe demut ke bê dawênî egirim wek diřk
nem dezanî ew ke bê nabê bimînê eqił û hoş
dił pir û xałî derunin ’aşiqanit mîslî ney
ger řeqîb demyan le dem nê ca meger bêne xeroş
to ke piř meẍze bira kasey serit dest hełgire
nobeyane ba piřî ken kase xałî kelle boş
min ke mey xwarem legeł şêx wademan řojî ḧeşir
noşî gyanî bê binoşê xwênî cergî bade noş
ew deme derkewt û roj’awa dezanî bo çî bû
’eybî bû kêşay beserya şew wekû serpoşî poş
ḧemdîNasnava edebîya emřoke ’alem gwê qułaẍî nałetin
des be demta bigre to dinyaye nabî qet xemoş