şekweyî eẍyarî xom kem řebbî ya eẍyarî yar

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  289 Dîtin
şekweyî eẍyarî xom kem řebbî ya eẍyarî yar
çarî ser ya dił bikem çibkem legeł dûçarî çar
camî dił lebřêze xwêne besme wek mecnûn le çol
noşî bê leyla denoşê saẍîrî ser şarî şar
min xumarîm naşkê ta nawî çawî mest berim
her be basî zilfî xawe bûmete bîmarî mar
ḧeyfe kuştey em telaşe to dekey bo serbiřîn
sendełî sûre ’îlacî derdî ser nek zarî zar
bo řewacî xoy řewacî ’alem eşkênê nefam
ḧeq bika tenha degate mertebey serdarî dar
min le sayey kufrî zilfî toweye ger cennetîm
wek gułî řuxsarte bo besteyî zennarî nar
siřřî min bo faş dekey ey dił eger ’eqiłit heye
îxtyarî ta bibê naka ke siř îzharî har
mułkî dił şîrîn degîrê destî ferhadî ’eşq
řaḧete mîllet be ’eqłî ger bika ser karî kar
neẍmexwan ḧemdîNasnava edebî ke esbabî tereb bû êstekî
bextî ême ḧukmî ḧewt tîrî deka şeş tarî tar