yûsfî min sed zuleyxa ’aşiq û meftûnîye
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
466 Dîtin
yûsfî min sed zuleyxa ’aşiq û meftûnîye
sed hezarî mîslî leyla her wekû mecnûnîye
řûmetî wek qursî xurşîde le berq û şu’leda
zilfî şew cebhey ufuq çerxî kule gerdûnîye
bote bote sîne dił meşẍûłî ḧellî dilbere
řoḧî guł le’lî bedexşan û qemer me’cûnîye
nêrgis û şewbo û wenewşe bergî guł serûy sehî
çaw û zilf û xał û řuxsar û qedî mewzûnîye
sifreyî erbabî huner kemtir le xwanî cem nîye
dîde cam û dił kebab û mey sirişkî xwênîye
şahêdim zore ke meylî řoynit fermû witim
řoḧekem ḧemdîNasnava edebî ke defřê arezûy derçûnîye