wek ’aşiqe hatote derê nêrgisî bîmar
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
1026 Dîtin
wek ’aşiqe hatote derê nêrgisî bîmar
bo dîdenî diłdar
yadî wetenî kirduwe ya goşeyî gułzar
dûr bê le azar
ey ẍunçe nepşikûtî diłî kurdî meger to
wa çûbî leserxo
sewdayî gułan germe le meydan û le bazař
bulbul nîye bêdar
ey xełqî semen derke çiroyêkî nezaket
sa besye felaket
nabînî gułałe egeřên damenî kosare
serçeşme û cobar
kwa qamete mewzûneket ey seru xeraman
ey serkeşî bostan
bê to wekû goçanî çemawen qedî eşcar
bê bergin û bê bar
to řoḧî ke wa ḧepsî derûnî minî ey guł
wek ḧepsî diłî çił
bê ḧewsełeye bulbul eka şořş û hawar
min matem û ẍembar
’eşqî cuhela xaseyî îqbalte ey bit
le fikirte ke emut
’aşiq be şu’a’êke ke perwane şewî tar
ger şem’e eger dar
bê zewqe hemû ’aşiq û bê şewqe wîlayet
egrî be ḧîkayet
bo dîdenî sed xozge ehatîtewe wek par
carêke her emcar
binwaře te’sîrî fîraq û ẍemî dûrî
neymawe şi’ûrî