em seraperdeye ke berpa bûn
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
5 Xulek
911 Dîtin
em seraperdeye ke berpa bûn
mang û řojî hełat û awa bûn
em nicûme ke sabîte û seyyar
em şehabaneyan ke efşa bûn
ehlî bała ke pêy ełên melekût
le bełay labela ke wek la bûn
em xelaye ke piř le eswate
em hewayane gêj û sewda bûn
em zemîne be şaxewe girdî
gewherê bû ke ẍerqî derya bûn
em wicûde yekî ke new’êke
le ezel yek neseq le eşya bûn
qîsmê ḧeywanî natîq û nahîq
wek gij û gya ke cumle eḧya bûn
kifir zahîr nebû le batînda
ke yehûd û mecûs û tersa bûn
hemû yek qewl û yek ziman û yek dił
bê tefawit be ḧełqe westabûn
eme bû zîkiryan be yek şêwe
herçî zîřûḧî pest û bała bûn
le ezel ta ebed xwa xwaye
cîlweyêke ke piř dû dinyaye
ya îlahî be qedrî to bê şik
ma ’irfinak ḧiq mi’iriftikErebî
ew kîbarane ser le eflakin
ke le řêy aşnayî ya xakin
ew řesûlane waqîfî siř bûn
mewrîdî warîdatî lewlakin
ew řîcalane sabîte ke legeł
keşfî siřřî nedîde sikmakin
ew gedayane wêłn û mecnûn
wekû leyla ke şox û bê bakin
ew biłind hîmmetane dinyayê
ke debexşin keçî be îmsakin
tacdar û qelender û derwêş
ke ’elemdarî darî meşşakin
ew ’îbadey ke le kuncî weḧdetda
ke be şuhret le ’alema takin
ew edîbane mucdî edebin
ke le ehlî temîz û îdrakin
ba xisûs ew xuda pyawaney
mulhîmî ne’bidu we îyakin
piř dem û piř ziman û diłyane
hemû bem zîkireye fereḧnakin
le ezel ta ebed xwa xwaye
cîlweyêke ke piř dû dinyaye
ya îlahî be qedrî to bê şik
ma ’irfinak ḧiq mi’iriftikErebî
herdû çawim le piř ke hełhêna
bezmî ’alem bû meykedey dinya
wek qedeḧ xor le nûrî ser şar
xum ufuq asman wekû mîna
’amîlê bû celaletî saqî
ke desûta be şewqî ew sîna
lamekan bû keçî mekan bê ew
nebû řoḧî bo cîsmî kul sukna
be meyî nabê ew çemey nabî
ke bika řîze îstîxwan eḧya
zînde û mirde sakît û samî’
mest û huşyar û cahîl û buřna
cumle poşanî wadîy ’îffet
badenoşanî meḧfelî kubra
saḧêbî cah û ḧîşmet û setwet
çi ednayî çi ewset û e’la
hemû meczûb û bêxud û ḧeyran
hemû meftun û ’aşiq û şeyda
be çeẍane û def û neyî em nezme
çend xoşî deken be beste eda
le ezel ta ebed xwa xwaye
cîlweyêke ke piř dû dinyaye
ya îlahî be qedrî to bê şik
ma ’irfinak ḧiq mi’iriftikErebî
hemû bem fîkire masîyan û tyûr
melewanî hewan û qe’rî biḧûr
le gełakanî em dirextane
em kelame ẍerîbe dête zihûr
giřî em şewqeye hemû degirin
me’denî may’ debne naşîdî nûr
beḧrî eḧmer le sefḧey erza
şerḧî wazîḧ deka be xettî sûr
seyrî çend seyre ḧałî em ’eşqe
bê wicûdî wicûde bê ḧizûrî ḧizûr
xuda nenasînme xuda nasîn
derke bê derkî bê şi’ûrî şi’ûr
ta felek şerḧî em kelame deken
ke xem û pêç eden buxar û buxûr
em cemadane boye bûnete berd
ke nyane be xwêndinî destûr
em su’aley nekirdibû mûsa
wexte bû boxoy bête surmey tûr
wa leser koy cûdî ḧezretî nûḧ
em kelame dełên legeł asûr
le ezel ta ebed xwa xwaye
cîlweyêke ke piř dû dinyaye
ya îlahî be qedrî to bê şik
ma ’irfinak ḧiq mi’iriftikErebî
wa mezanin emende piř coşim
saḧbî derk û ’amîlî hoşim
geh legeł salîkanî mescîd dam
geh le meyxane mest û serxoşim
geh le zîkiram le tekye şêxane
gah wek pîrî mey qedeḧ noşim
geh le dergahî weḧdeta sa’îl
geh mesa’îl be şîrket efroşim
ewlya bûm demê le ’umrêka
le emir mîslî nehî têkoşim
xałîye damenim le pakyetî
piř le alûdegane aẍoşim
madeyêkim minîş wekû eslaf
çake bo xende madeyî boşim
wekû dêwanekanî ulkeyî ’eşq
ser û pê řût û kewł berdoşim
bem hemû îxtîlafewe daym
’îbret û tobe piř dił û goşim
bem kelame le wîcd û ḧałetam
geh be hêwaşî û gah be xiroşim
le ezel ta ebed xwa xwaye
cîlweyêke ke piř dû dinyaye
ya îlahî be qedrî to bê şik
ma ’irfinak ḧiq mi’iriftikErebî
geh le burcî semawe gah le ḧey
geh le çolî ’îraq û gah le řey
geh le meyxane geh leser minber
le ḧerem ta be meykedem bird pey
geh be řû sûrî geh be řû zerdî
geh wekû sêw gah be mîslî bey
der be dergah sa’îlane zelîl
gah şahane wek qubad û key
ferqî fesiłim nekird be řoj û şew
çi řebî’ û çi seyf û payz û dey
şêt û ḧeyranî ’îşweyî saqî
mest û medhoşî zewq û şewqî mey
le defî sing edem le tepłî ser
le nefîrî nefes edem wek ney
gah dêwanewar û geh ’aqił
yahû yahû dełêm û yahey hey
xew û bêdarî wek yeke bo min
mirdinim kem nîye le ḧałî ḧey
îxtyarim nîye witûme dełêm
řoḧ eka bem neşîdeye oxey
le ezel ta ebed xwa xwaye
cîlweyêke ke piř dû dinyaye
ya îlahî be qedrî to bê şik
ma ’irfinak ḧiq mi’iriftikErebî