cwanî le ladê

Li pirtûka:
Beheşt û Yadgar
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  3200 Dîtin
êwareye wa, hełgire sa gozeyî taze
řêy kanî quban! muntezîrî cîlweyî naze,
berdergeketan qîbleyî řûy ehlî nyaze,
êwareye wa, hełgire sa gozeyî taze!
ser cade mu’etter ke be boy xunçe wu mêxek,
bew lenceyewe beste biłêt wirşeyî xamek,
hařey kemere û piłpiłe wu gware û kirmek...
êwareye wa, hełgire sa gozeyî taze!
çen cwanî berew meẍrîb eçî zerde eda lêt,
pirşingî xişił ebłeq eka dewruberî řêt,
řojî demî kel ḧazre bo pêşkeşî berpêt,
êwareye wa, hełgire sa gozeyî taze!
êwareye wa, derkewe sa cwane kiçî dê,
ey wîrdî qise û besteyî gişt kuřgelî ser řê!
sûtawî cwanîtin hemû kêyî kuřî kê!
êwareye wa, hełgire sa gozeyî taze!
wek swêske biřo, askenîgay çawî řeş û mest
piř ’îşwe biçerxêne, îtir hîç mebe derbest:
çen mał eřmê! çen şil ebê hêzî dił û dest!
êwareye wa, hełgire sa gozeyî taze!
wextê ke ekey çeşnî nesîm lence berew mał,
egrîceyî teř pexşe leser kułim û xet û xał,
şeřyane şemał, pence leser řengî řeş û ał!
êwareye wa, hełgire sa gozeyî taze!
êwareye wa, hełgire sa gozeyî taze
řêy kanî quban! muntezîrî cîlweyî naze,
berdergeketan qîbleyî řûy ehlî nyaze,
êwareye wa, hełgire sa gozeyî taze!