te’rîxî caf

Li pirtûka:
Te’rîxî Caf
Berhema:
Kerîm Begî Caf (1885-1949)
 2 Xulek  1441 Dîtin

... xoyan ke le xakî kurdistana, ke zor be desełat û îqtîdar û saḧîb emir bûn, gûm nekirdaye û daxłî seḧîfey mêjû bwayen, bo êmeş teshîlat ebû. xisûsen bo min ke em kitêbe enûsim nařeḧetîyekim ne’ebû, le kemałî suhûletda bom tewaw ebû. eme têpeřî.

emřo ke zemanî zanîne û ḧukûmetî fexîmey îngilîsNava taybet ke hatote ’êraqNava taybet, be wasîtey telaşî em ḧukûmetewe ke bo zyadîy zanîn û kirdinewey mekteb û pêgeyandinî mindałekanî ’êraq le kurd û ’ereb beřastî şayanî tewsîfe. emma min xom dewrey mekteb û teḧsîlim têpeřanduwe. esef bo ḧałî lemewber, aya bo xom û aya bo baqî têpeřîwekan. we emem be mesłeḧet zanî bo teskînî xom û ewanî tirîş bo ’eşretî caf, ke ’eşretî êmeye û le ewan ême cwê bûynetewe û muddetî ḧewtised sał lemewber bawik û bapîrî ême lewan îstîfadey mał û dewłet û nufûzyan kirduwe hem bo nawî ewan û bo nawî be’zê le ecdadî xom bimênêtewe û bîkem be kitêbê û nawî binêm «te’rîxî caf».

we em kitêbe be sêzde fesił beyanî ewza’ û řewuş û ḧerekatî gewrekanî caf û ’ededî nifûsî caf û tayfekanî caf le xakî êran û ’êraqda û hatnî caf le êran bo kurdistanî baban û geřaneweyan bo êran û dûbare hatneweyan bo wiłatî baban û şeřê ke le beynî xoyana waqî’ buwe legeł ew tayfe û ’eşayraney ke dirawsêyan bûn, bûyane û cêgey kwêstanyan le êran û cêgey zistanyan le lîway silêmanîCih û lîway kerkûkCih û cêgey ew tayfekanî êranyan le wîlayetî kirmaşanNava taybet û sineNava taybet, ke meşhûre be wiłatî erdełanNava taybet, têda beyan bikem.