bîstim aẍesûre medḧî waşegêřî kirduwe

le şî’rî salim naçê
Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  486 Dîtin
bîstim aẍesûre medḧî waşegêřî kirduwe
----Teksta ne aşkira dejnewê ----Teksta ne aşkira ya mirduwe
ałezaqe û cuřře bo kollare pişte û sing biçûk
laq dirêje çing mirîşke û kem fiře, çawmirduwe
her le ’emden xoy le daw dawe ke seyyad bîgrê
çunke toře, murẍî baẍe, xoy lewan gum kirduwe
gałtey murẍanî kêwe, her ke fîkey lê dekey
êste lew tirse leser destikêşe xoy mat kirduwe
ger biçête mêrgewe qazłax be cuř tûřey deka
bo cêgagořkê le seḧra her be şew řaburduwe
sînfî murẍîş ger wekû însan cuda bê mîlletî
aşyaney ger le xaney řosteme cînsî cuwe
mêxeke wek parçebend bo her dû pê amadeye
bo kunî lûtî xefeqan xoy muheyya kirduwe
řenge her kes çawî bem sing û ser û kilke kewê
pêy biłê: le’net le babî ew kesey toy girtuwe
eḧmedî kakim dełê: qale were, wa waşeket
baqłî min hêlke deka û wek mirîşk pis kewtuwe
waşexêw û waşe wa kakim bem deřřakîye
bi’d az yinFarsî daym bebê hîç lew telane qûquwe