feřeng û dasnîy û gebrî bedxû

hecwî biley segewan
Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 2 Xulek  855 Dîtin
feřeng û dasnîy û gebrî bedxû
nuseyrîy û erûs û deylem û cû
be ḧałî min nebin hergîz emane
hezar car of biraym aẍa ledest tû
quřumsaẍe ewende bedsiruşte
bedaym xwêřîye wek şibrî ser kû
le dengî cuřřecuřřî swêskekanî
dû gwêy sûkim becarê herdû keř bû
desa seyr ken leber çîney kewî şîn
ke ’alem gerde her wek tozî hordû
kewî lotî be keyfî xot bixiwêne
xwa way kird ke ḧałî min weha bû
îlahî qareman qařet nemênê
çeqeł bidxiwa ser û sîne û pel û pû
biraym aẍa le quř nîşê serapa
wekû bab mirduwan bot ka xuda řû
qecer! nawit be çawî xom bibînim
ke quşçî bazî tê berda be qû qû
şepolit zor kewî çak û pesende
şepol da sa le xwêna ey xuda! zû
kewî domit şeřanî û kewbezêne
îlahî! domejin lêt nê be kardû
kewelałit meznine zor ’ezîz bû
şukur boye le ber bînî derat lû
beẍeyrez em kewane bařekanîş
be mirdûyî ledewrî to biken bû
xudawenda ẍezeb boyan bibarê
be yek şew xas û ’amyan bin qełaçû
kew û swêske û qefes danên le layê
dełî zerd û biraym aẍaş be mirdû
leser min ’ehd û şerit û ferz û qerz bê
eger ḧałî biraym aẍa weha bû
be sûrmey şadyane her dû çawim
wehay řeş kem wekû peřřî perestû