min meřim zor xoş ewê be dił û be gyan

meř
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 1 Xulek  993 Dîtin
min meřim zor xoş ewê be dił û be gyan
şîrekey gwanî edoşîn pak û cwan
mast û mastaw û kere û keşk û firoy
lê ekeyn, eyxoyn penîr û meşke doy
xurîyekey ebřîn û eyşoyn pak hemûy
bom eřêsin kîj û jin taw tawî mûy
paş eme eybem le bo cołayî şar
tar û poy biçnê be îşî wirde kar
eyçinê lêy bo cilubergî kurdan
şał û çoxe û řankî nayab û cwan
sałê berxêkman be dyarî pê eda
goşt û qawirmey exoyn û bê seda
em hemû nef’ey heye ey kake gyan
boye zorim xoş ewê be dił û be gyan