heste le xew kurdî hejar

xewřewênêke
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 2 Xulek  1135 Dîtin
heste le xew kurdî hejar
ey newnemamî řojgar
xot gurc ke wek merdî bekar
řencêk bide bo yadgar
to demdemî
kemterxemî
kwa merhemî
zamî nîhan
ba řapeřîn
wek fîl betîn
bibye emîn
bo nîştiman
berî beyan řûy piř sirûr
giznigî xor hat zerd û sûr
řojîş hełat piř şewq û nûr
hêşta le xewday pirx û hûř
heste le xew
meyke be şew
řojêkî new
kewte cîhan
wek şêrî neř
toş bê xeter
řê bigreber
nakey zyan
binwaře řoj’awa be dił
bot keşif eken jêr aw û gił
wiłatî xoyan kird be guł
toş bê xeber, her xaw û şil
kwa řapeřîn
wa serzemîn
buwete kemîn
bo jîn û jan
wiryayîye
azayîye
řîswayîye
bigrî wiçan
em nîştimaney to hete
zor dił le daxî let lete
kangay şitî piř qîmete
muḧtacî hewł û hîmmete
ey newnemam
kurdî biram
bîrêke xam
jînî nezan
bo ew kese
zor kemdese
xwêndin bese
emma be can
bang kirdinim piř ḧesrete
be gwêm bike zor firsete
xewî cehalet negbete
zanîn çiray se’adete
şitêke řûn
’îlim û funûn
kurdî zebûn
eyda nîşan
sa bê pişû
bixiwênin hemû
ta zûbezû
bêne meyan