dilberêkî xowłatî êsteke diłdarme

Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 2 Xulek  556 Dîtin
dilberêkî xowłatî êsteke diłdarme
boye dił piř sozim û car car bedem hawarme
min eger lew tel’etey îlhamî řoḧanîm nebê
çon xeyałî fîkirî bîkir û kełkełey eş’arme
wey çi ’eyyare hezar mekirî lejêr serda heye
gah dił diz geh be’îşwe laberî azarme
çawî bazî her beçawbazî xerîkî fîtneye
le’lî lêwîşî ezanim wek meyî ser şarme
ḧez ekem têr seyrî çawî kem bełam murẍî diłim
dête lerze û pêm ełê hawar ewe şimqařme
newřes û newpêgeyştû, dem bexende, bê řeqîb
şerim eka çunke yekem nazdarekey naw şarme
zor demê bû wêłî şoxêkî weha bûm sed şukir
taze wa dozîmewemin ’aşiq û ew yarme
bo yekemcar ew bû dergay meykedey lê kirdimewe
mey gusarîy ’eşqî her lewsawe pîşe û karme
her ewîş bitxaneyî fêrkirdim û lay dam le řê
taku êstaş cwanperistî şuhreyekî dyarme
daxî daxan zû becêy hêştim betenya mamewe
xełkî goř û min jyanim cêge gořewşarme
wa benaçarî û zebûnî yadî bote dilberim
şerte kirdûme û xeyałî da’îma wadarme