were ey dilberî ḧemîde sîfat

Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 3 Xulek  894 Dîtin
were ey dilberî ḧemîde sîfat
mû kemer, leb şeker, enîsî ḧeyat
bekelamit şîfay diłim bo dê
benîgahit becê deyê awat
beqsey min bikey zerer nakey
çunke min xadîmim be’ezim û sebat
cewrî to xoşe lam bełam carê
bê wîsałim nekey hetaku memat
derdî ’eşqit kuşnideye gyane
pêm kerem ke dewa tebîbî necat
min demaẍim le ḧubbî to meste
namewê zewqî ’etir û nuqił û nebat
seyrî çîhret ekem ewend pake
sûretî xom dyare wek mîr’at
beqsey xełkî xot metorêne
diłî fayqNasnava edebî îtir meřencêne
carbecarê bedît ekem le xewa
le xewî xoş ebim le nîweşewa
wa tesewur ikem peşîmanî
lew sizayey buwete heder be hewa
diłnewayîm edey le hîcranim
paş ewey dił ke kewte saz û newa
bark alilhErebî çi pake gyanî to
gwê le kes megre tubê zatî xwa
le řiqî dujminan were çabe
her le hîcranî toye dîde řwa
serdemê yar û hawdemî min bûy
pêm biłê bo çî îke bot nelwa
wa bizanim ebête dujminî to
herkesê lew cemalî pake dwa
ta le dinyayî řoşna mawim
şeř û xêrit enême serçawim
kewte yadim meḧebbetî caran
îltîfat û musaḧebe û ’înwan
’îşuwe û xende û tebessumeket
meḧremî bende baxsûs qurban
ew hemû ’eyş û noşe çû le desim
bê pena mawim êste sergerdan
çon le dûrît diłim nenałênî
çon le hîcret serim nebê ḧeyran
çon henasey derûn negate felek
çon ciger let nebê le daxî nîhan
çon neřêjim le dîde xwênawê
serzemîn teř bika weku baran
min řicat lê ekem îtir besme
em hemû zîllete ke dîwme ’eyan
êste wextî wîsałî yarane
’esrî bîstem bekeyfî řendane
ta heway ’eşqî to leserma bê
ẍem le diłda ebê tewela bê
gyan debê da’îma mufeřřeḧ bê
tacî zîllî eger leser nabê
êste bakim le te’nî xełq nîye
lutfî to zeřřeyê eger mabê
be serî to qesem nîye şik bem
ẍeyrî ḧubbit şitê le diłma bê
ax le des cewrî to çi bêdarim
’aşiqanit nizîke şeyda bê
min le dûrît diłim buwe be tenûr
toş ełêyt em hejare řîswa bê
bo hîlakî jyan û zamarîm
çarî derdim meger lemewla bê
to ḧebîbî bełam wefa nakey
to tebîbî keçî dewa nakey
boye pêm xoşe giryeyî xwênîn
şorezarî diłim eka řengîn
wekû guł pêy depşikiwê gyanim
çeşnî baran le bo zewîy hawîn
to le bîrim neçûy heta zîndûm
min le bîrit eçim bebê teḧsîn
were labe kudûretî qelbim
diłnyam ke le fîrqetî piř kîn
were ba dujminan mukedder bin
řabwêrîn be şadî wek pêşîn
were ey newnemamî piř ’îşwe
çaweřwanit ekem be qelbî ḧezîn
be qudûmit serim le řêtaye
gyan ekem pêşkeşt be sed temgîn
çaweřwanit ekem bexew tawê
toş meweste were le nakawê