giryan

Li pirtûka:
Awat û Řenc
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  769 Dîtin
çawit ke firmêskî tê za
tîşkî řût tya şikayewe
wekû gułê le payîza
aramim tyaya twayewe
***
wek diłopî baranî xem
bo naw deryay çawit tikam
nizîk birjang ey çawekem
lenaw şepola egryam
***
pişkoy agir, şûşey şikaw
hestî minyan girte bawiş
ta ew şwêney biř eka çaw
dway tawêk řeng kira be řeş
***
nextêkî mabû bixinkêm
bełam keştîy zerdexene
kewte firyam û geyşit pêm
hatim ta ew bergerdine
***
maçim kird lamilit azîz
witit nagrîm hawřêy jyan
witim min nemdîwe hergîz
karim wa tê bika giryan