şêx meḧmûdî nemir

ewî her bo xoy bijî emrê bełam ewî, jyanî bo gel terxan ka le diłî gela ejî
Li pirtûka:
Agir û Jîle
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 2 Xulek  880 Dîtin
bot ełêm le dêřî şîwen
dûr le wirdekarî û le fen
kam wirdekarî, kam huner
hełbestî cwanî wek gewher
etwanê wesfî to hergîz
binête ser qaẍez be řîz
basî dił hî ew derûne
ew bîrubaweře řûne
ey koçkirdûy meşxeł hełgir
natwanim bîkem be şî’ir
xozge firîştey şî’rî geş
be dił eygirtime baweş
eybirdim bo lay xway witin
dêřî cwanî eda be min
çend dêřêk wird bo yadî wa
agir le naxî dił berda
ey şêx meḧmûy şanazî kurd
hemû becarê gewre û wird
firmêskit bo eřêjîn... dił
bo koçî to hatote kuł
ba nimî eşkî «kurdistan»
lecêy medalyay qareman
bikeyn bew singe paneda
«le sozî em giryaneda»
ełêm û her witûme.... her!
ey gewrekeman, ey serwer
zîndanekanî hîndistan
«xołemêşî gerûy bazyan»
xwênawî çemî kenarwê
zamî dujmin ke dête swê
aw barîkî dabêjraw
be gulley desřêjî betaw
etnasin gewrey koçkirdû
ey têkoşerî nemirdû
***
gewre pyawekey nîştiman
hemîşe zerdexeney cwan
leser lêwî wek zîwî xaw
ya wek giznigî xoretaw
birîsk û hořî bû şîrîn
wekû nîşaney nebezîn
le derbendî bazyan ke hat
kiłpey esend giřî xebat
betaw ke hêrşî ebird
eynirkan û bangî ekird
mirdin bo gel şanazîye
diłim bew merge řazîye
estêrey ademî nişîn
lecêy xoy wergeřê betîn
peraş peraş bê le tema
«ewsa, min ełêm kurd nema»
kurd bo azadîy wetenî
xoy eka be sûtemenî
- gyanî min ke nextê gerde -
- boçî neybexşim bem kurde -
lenaw qûłîy derûnewe
lew diłe pake řûnewe
dengî řizgarîy kurdistan
ehate derê û eynirkan
bangî ekird: _ jyan bo kurd
emrîn û ełên «gyan bo kurd»
leber firmêskî lêł û xuř
xamekem herçend hate guř
neytiwanî binûsê pitir
bo yadî koçkirdûy nemir
her ewende biłêm meger
gyanî pîrozî têkoşer
«ewî ałakeman pê da»
«wa lenaw diłî êmeda»
êste le yad boy eçnîn
wêneyekî cwan û şîrîn
axo key bê kurd le gerher
le yaqût boy bika peyker