basî dozex cehennem

Li pirtûka:
Aqîdey Şêx Semî
Berhema:
Semî (1848-1889)
 1 Xulek  801 Dîtin
cehennem ḧełqey le mexlûq dawe
řêy sed sał ebê le herçiwar lawe
katê ke ḧemle bo mexlûq dênê
be’zê heł’egrê, zû eysûtênê
ewca umêdî necatbûn ebřê
be girye û zarî ’îlacman nakirê
hîç nef’ê nada ewlad û małman
meger xwa řeḧmê bika be ḧałman
areq dête xwar heta lêw digrê
be qed gunahman e’za dadegrê
heta şefa’et deka pêẍember
řeḧmet enwênê xalqî ekber
le cêgay heybet necatman eda
le pêşda, ḧeşrî ḧeywanat eka
ewca qaqezî e’malman dênin
nuxtebenuxte pêman dexwênin
herkes çakey bê, şukirî xwa eka
ger xirapey bê, lêy ḧaşa eka
ewsa lał ebê, mor ekirê zibanî
lêy debne şahîd, pak e’zakanî
wey wey waweyla lew xecałetîye
lew xof û dehşet, lew nedametîye