basî sîfatî xuda

Li pirtûka:
Aqîdey Şêx Semî
Berhema:
Semî (1848-1889)
 2 Xulek  838 Dîtin
bêyne ser basî sîfatî xuda
ḧewtyan: qedîmin lewî nîn cuda
ḧeyî û zînduwe hergîz namrê
’alim be eşya her çî bikirê
semî’ û besîr debyê û debînê
le dûr û nizîk, lejêr zemînê
qadir û murîd le zor û le kem
çî ḧezka eyka, xelq le ’edem
saḧêb kelame nek be ḧeřf û deng
yek zatî letîf bêcîsim û bêřeng
lejûr hemû şitêk ’eřşî e’zeme
lewêş berewjûr fezay ’edeme
lejêr ḧewt ’erzan çîye, cehennem
lewêş berewjêr fezayî ’edem
wek fezay ’edem întîhay nîye
zat û sîfatî her wekû wîye
le fezay ’edem ta fezay ’edem
herçî têydaye le zor û le kem
le ewweł ew bû, hêç mewcûd nebuwe
serpak le nebû, ew xełqî kirduwe
herçî zîřuḧê nefes hełênê
ew nefesane ew eyxułqênê
her le bizuwtinyan ta sakînbûnyan
le xitûřatî dił ta hatuçûnyan
çî neyxułqênê hîç mewcûd nabê
hemû şitê debê xełqî xuda bê
le zeřexakê, ta çiłegyayê
le cuz’yatê, pelkegełayê
qudřetî xuday ger legeł nebê
be çawqûçanêk pak ’edem ebê
hîç xew û ẍefłet, wenewzî nîye
çî to xeyał key, xîlafî wîye
bewey bizanîn ke bêmekane
cêy ne le erze, ne le asmane
hîç mekan nebûh, her qedîm buwe
îḧtyacî be hîç mekanê nebuwe
êstaş herweha îḧtyacî nîye
eger muḧtac bê, bo ew neqsîye
hemû zêřuḧê heryêk be ḧałê
ger lêy dawa ken heryêk su’alê
be carê pakyan cêbecê eka
hîç paş û pêş û te’xîryan naka
serpak eyzanê lêy ẍełet nabê
eger wanebê, çon debê xwa bê