yarim teşî deřêsê

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 2 Xulek  643 Dîtin
zulfî řeşî le ser řû, wek nîlûpeř le awa
pexiş û biław û ałoz, lûl û dirêj û tata
hawrîşmêkî xaw bû, be naz û ’îşwe bay da
wek marî zamdar bû, hała le bejin û bała
koşî dekird be lada, yarim teşî deřêsê
kwanê xurî şekî kał, bikiřim be řoḧî şîrîn?!
bîdem be destî yarim, bayda be naz û temkîn
şî katewe be şane, be qamkî nerim û řengîn
bîda ewîş be nûkî teşî cwan û nexşîn
bo parçeyekî peşmîn, yarim teşî deřêsê
meḧbûbî nazdarim, girtî teşî be destî
řîsî muḧebbet û meyl xaw bû, be kirjî řistî
girêy diłan pisandî, be lêw û destî bestî
tûlî emel dirêj bû, sengînî kird û xistî
boy danewî be çustî, yarim teşî deřêsê
le baẍî sêw û hermê, qedem qedem be nermî
deçête pêş le gułzar be sebrê, cwane şermî
le baweşî bepîtî, degrê diłan be germî
bulbul dehate seyrî, le katî bezim û řezmî
bew lar û lence ḧetmî, yarim teşî deřêsê
kołan û kûçeyî dê, deřwa be naz û ’îşwe
degrê le pîr û le cwan, ew şoxe bac û řîşwe
ciḧêł be zulfî lûlî, deka liẍaw û řeşwe
bew mekir û fêł û ḧîle, wedyare meylî be şwe
fikirêkî bîkirî kirdiwe, yarim teşî deřêsê
honrawekey min ewçel, xawên û bê binûke
wa řîsekey be destî mestêkî tazebûke
řazîm be serdiřî wî, da pêy biłên be sûke
deykem be çoẍe bo xom, bîřêse heste zûke
tozê be nûkenûke, yarim teşî deřêsê
kakî «îmamîNasnava edebî»! řenge çoẍet hemû diřabê
be şêtî řîsî řistî, me’lûm debê pisabê
pirse le kakî coła, daxo leboy kirabê?
dwênê gilem ke lê kird, řenge diłî şikabê
qey nake, bê beła bê, yarim teşî deřêsê