yaran řoyştin

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  704 Dîtin
fikirî çibkem êste le paş ’umrî dirêjim?
biřwane le dest û serî lerzokim û gêjim
ew areqî deřjê le ser û řûm be ḧeqîqet
dway řoyînî yaran hemû cwanawe deřêjim
yaran ke hemû řoyn û min mamewe tenya
cerg û diłekem kun kune, zûxawê deřêjim
bew ’umrewe her qîblemî; ger řû nekeme to
bew taqî dû ebroye qesem, batłe nwêjim
cêm lêj buwe, pîrî le serim xêwetî hełda
her katê ke berbûmewe biřwane le lêjim