sikała

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  667 Dîtin
řûřeşî dergay xudawendim le ber nefsî xebîs
seyrî amalî giławim ken degeł akarî pîs
nefsekey emmarekem wek mare, çon bom desrewê?
řeng û řûşim herwekû darêke pîr û wişk û sîs
kake dunya xoy giławe, herkesêkîş wêykewê!
têkełe bêşk degeł xaşak û eşyayî necîs
min qerarim waye ewcar terkî xoşî kem be dił
xwardinim nanêkî řeq bê, berg û poşakim telîs
’umrî bedbextîş ewend tûlanîye nabřêtewe
hênd dirêj û nalebar û xwar û xêçe wek gurîs
dek bełay lê da jyanî wa be neng û ’arewe
nesrewê ’umrî ewend tał û jyanî wa xesîs