xem le min

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  364 Dîtin
cewrî zemane bîrî bezandim
xwarî û nakokî diłî tezandim
bê îş û karî û nexoş û pîrî
swarî serim bû laşey řizandim
***
yaxwa kes neybê muşkîley małî
werem wadejî le kîsey xałî
herçî ewaney hebê le însan
yaxwa her seqîl bibê bemałî
***
hebûy û jin çak pîrbûnî nîye
lexoşî dinya dûrbunî nîye
samî lapeşme serî nayeşê
xemî lemał û nebûnî nîye