estêrekan

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  347 Dîtin
ey estêrekan biłên êwe çin
wabê hoş û goş bo dên û deçin
şi’ûrtan heye yan bê şi’ûrin
xerîkî çine le dûçî deçin
***
kewtûne ser yek bebê jimare
beçî dejîn û deken îdare
le keynêwe hen axîrtan key dê
manewey êwe her bê qerare