behar
Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
3 Xulek
1306 Dîtin
seḧer le terfî bostan le seḧnî lalezarewe
nesîmî canfeza wezî be mujdeyî beharewe
zewî zimuřřudîy buwe be feřşî zeřnîgarewe
wekû duř û ’eqîq eçin şikofekan be darewe
ewa deçête gułçinîn gułê be lenc û larewe
nîgarî mahřûyî min be şew demê ke dête der
le dewrî kułme perçemî dełêy le ’eqreba qemer
le bonî mîşk û ’enberî cîhan beheşte serbeser
demî mesîḧe wa ke dê le ber demim demî seḧer
we ya şemîmî mîşk bo le nafeyî tetarewe
şikufte bûn guł û semer be emrî «ḧî zwalmininErebî»
yekê ’ereq be kułmewe wekû nîgarî sîmten
yekê şiney mu’etterî mîsalî ’etrî yasemen
be bê qyamet ew duwe deken qyamî ten be ten
le seḧnî gułşen û çemen le lêwî coybarewe
’erûsî mangî banemeř weder kewt wekû perî
be ’îşwe û be nazewe be xişił û zêř û zîwerî
çya wekû beheşt eçê le bonî mîşk û ’enberî
le qehqehey kewî derî ke dêne der le dû derî
çi zuhre bê çi muşterî dekewne îztîrarewe
nemamî darî serwe ya qedî nemamî diłbere
şemîmî ’etrî yase ya bixûrî ’ûd û ’enbere
le bonî yas û yasemen çiř û çya mu’ettere
demê be darî sêwewe şikofe mîşkî ezfere
demê ’eqîqî xalîse be dem liqî henarewe
fiřê de ẍem ke mûsmî nîşat û şadîye û sirûr
dubare ẍemłî kêw û kej be řengî zerd û sewz û sûr
be řeẍmî ahwî xuten hełałe bonî dê le dûr
guł ateşî be řengî sûr wekû qebes le kêwî tûr
be sanî xişłî kêwî nûr be sîneyî nîgarewe
dełên le perdeyî xefa îrem çelêkî hate der
be sed hezar řeng û bo be zîwerî duř û guher
welê gułî beharî min weray tesewwirî beşer
desî meşateyî qeder kirasî nazî kirde ber
kiławî zêřî naye ser be toq û goşwarewe
gelî kiçanî çawbekil firîştekanî aw û gił
demê ke deçne gułçinîn be ’eynî hî xezałî sił
desê le guł deden demê, demêkî penceyê le dił
hełałekan çepik çepik deben wenewşe çił be çił
demî beyan û tawpeřan be ber qed û nisarewe
ne her le xełweta be şew xerîkî zîkire murẍî ḧeq
ne îns û cînin û canewer ne her melek tebeq tebeq
were bibîne bê xeber demê beyan eda şebeq
çya, çemen, guł û semen, geła geła, wereq wereq
beyanî kîbryayî ḧeq be kêw û çêw û darewe
be şew ke deng edatewe le kêwî qaspeqaspî kew
tiruskeyê be guł deda nesîm û nûrî mangeşew
min û nîgarî nazenîn be mezhebim ḧerame xew
demê nyaz û řazî min demêkî ẍemz û nazî ew
«ḧeqîqîNasnava edebî» firsetî weha qisey diłit meşarewe