namey tofêq aẍay gełałî û ’eşrutî bo şêx eḧmed

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  598 Dîtin
we heway seyran şikarî şakel
bwînim we çem ceyranan gel gel
terk kerdim weten welgey kurdistan
we çen meraret perê germyan
êste zyatir, derdim bî karî
ne şikar menden ne yadgarî
ne saḧêb şakel bwînim we çem
ne dił yek sa’et farîẍen ce ẍem
ne řemey ẍezal çun carî caran
ne hat hat deng çabuk swaran
şew û řo newîr melex û marim
ce karî gerdûn ber’eksen karim
bel asif cayî netîcey pakan
awedan kero şakel çun caran
be tewfîqî zat ferdî bê hemta