pîstirîn sîfet sitem û zułme

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  662 Dîtin
zułim qet meke be pîşe û karit
załmîş meke be hawřê û yarit
î’aney załim mede we îlla
xuda qet nabê mu’în û yarit
řeḧim be gurgan zułme le meřan
xot biparêze ta dekirê çarit
muqabîl kifre zułim bo beşer
meço be laya be îxtyarit