gořanî dunya ke hemû katê leser ḧałêk nîye

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  566 Dîtin
dunya dewamî nîye heta ser
ferîb qet mexo betac û kemer
’îzzet û zîllet kemal û nuqsan
be řoj û şewê egořên yekser
çend paşahî saḧêb sełtenet
saḧêbî tac û text û hem kemer
le řoja tacî şahî leser bû
be şewa xiştî nawete jêr ser