cuẍrafyay tebî’î 2

Li pirtûka:
Yaddaştî Rojanî Derbederî
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 9 Xulek  639 Dîtin

řojê danîştibûyn têfkirîn mîrza eḧmedî biray kakeḧeme peyda bû hatewe. neqłî kird ke çûmewe merîwan wamzanî lewê mawin. le balkCih mîwan bûm, ułaẍ û tifengyan lêgirtim, mîwandarîyan kirdim. lenaw xoyana řwanîm çirpeçirp peya bû, minîş nemdezanî çîye. ke xeberim zanî êwe hatûn bo baneCih, hestam minîş swarbim ne tifeng mabû ne ułaẍ, hemûyan lê şardibûmewe û tema’yan têkirdim. herçend řicam kird fa’îdey nebû neyandamewe. le’axirda zehîr karî řast bê le birazakanî tûře bû, nardî ułaẍ û tifengekanyan bohênaynewe. we eḧwałî seqiz û şîx ’arfî beyan kird. we cenabî seyîdî zenbîl întîzare kuřanî şêx biçne zenbîl. legeł kakeḧeme qerar dira ke îzin le řostem xan bixiwazîn, biřoyn. şewêkî tir le sawan maynewe, dizî pijderî dû maynyan lê dizîn, maynêkî şêx celal birazay şêx û maynêkî şêx îbrahîm biray şêx. ew şewe řostem xan lemał nebû. ke hatewe zor sexłet bû, nobeçîyekanî felaqe kird. be hemûlayêkda pyawî řewanekird, fa’îdey nebû. le axirda me’lûm bû ke le «alan»Cih lay kuřanî wisman aẍaye. em waqî’eyeş bû be sebebî zû řoyniman le sawan, çunke be’aşkira meḧmûdxan ’edawetî řostem xanî ekird, we şerîfuddewłe şay’e bû ke dêt bo seqizCih. ẍyasuddewłe taze bûbû be ḧakmî seqiz, pyawî nardibû bo lay meḧmûdxan û řostem xan malyatî dawa ekird. xolase řoyniman bo mukiryan wacb bûbû. îzniman le řostem xan xwast ke ḧezdekeyn biçîne «gwêzê»Cih ewîş ’a’îd bexote. lewê îstîraḧet ekeyn. bewḧîleye îzniman wergirt, barman kird. swarey řostem xan heta gwêzê řwaney kirdîn. şew le «nwawê»Cihda zor xidmetyan kirdîn. ře’yetekey hemû simayl ’uzêrî bûn lewêda îskan bûbûn. be çûnî ême gelê xoşḧał bûn. beyanî benîyetî zenbîl kewtîneřê. heta geyştîne baẍatî «turcan»Cih îstîraḧetman nekird. min le pêşmewe çûm bolay aẍay turcan ke bełku yekêkman bo şarezayî legeł binêrê. çûme naw dê. seyrî asarî qedîmey turcanim kird û temaşay medresey melay merḧûm mela’elîy qizłicîm kird, medrese enbarî ka bû. bîst małêkî řeş û řût lew şaredêyeda hebû. řûm kirde qeła, ye’nî qonaẍî aẍa. çûme jûrê, temaşam kird eḧmedbeg ke aẍay ewê bû nûstibû, we semawerêkîş be taqmî çawe muheyya kirabû, kesî lê nebû. qedrê dîqqetim le wez’î bîna û esasî kird, ḧeqîqet meqamêkî ’alî û menzereyêkî xoşî hebû. dengim nekird, geřamewe. le payînî qeła kanî awêkî sardî lê bû çûm lewê awim xwardewe. danîştim heta karwanman hat. xeberî nûstinî aẍam danê. be pirs kirdin lem û lew kewtîneřê. nizîk be dêy «şîlanê»Cih bûynewe dîqqetman kird çwarsiwar şaxî girtuwe, çwarîş leřêgawe hat. çend swarêkî tir etrafî řêgayan girtibû xofman lê nîşt. swarekan řûyan kirde ême, çar nebû êmeyş boberdestyan çûyn. lepiř yekê le xoman xeberîda şêx qadre. wek şiksitey îmdad pêgeyştû jyanyewe. şêx qadir beẍar hate pêşewe, mandûnebûnîman kird, mucmelî eḧwałî mukiryanî beyan kird, witî zenbîl me’mûrî êranî têdaye, be’îḧtyat biřon. xoşî do’axunzîy kirdu geřayewe bo bane. êmeş řûman kirde zenbîl. lepêşewe pyawê çû xeber bo seyîd biba. xoşman lexwar zenbîlewe kanî geřawê hebû řûman têkird, neçûyne nawdê heta şew tarîk debê. ew dûsê sa’ete heta řojman lê awabû hezar meraretman dî. le tînwa zubanman wişk bûbû. egerçî dû deqîqe řêga awman lê dûr bû nemandezanî lew nizîkane çeşme heye û, lewlaş cenabî seyîd, seyîd muḧemmedî kuřî be çend swarewe bo îstîqbal nardibû. seyîd muḧemmed řast řêgay turcanî girtibû neyzanîbû le kenarî zenbîlîn, heta sa’et yekî şew te’qîbî kirdibû, we êmeş le seyîd hem me’yûsîman peyda kird ke qubûłman naka. lepiř xirmey swar peyda bû, seyîd muḧemmed hat, dest becê swarekanî dabezand, baryan bo barkirdîn, mindałanî şêxî swarkird, çûyne xaneqahCih, ewî lazîmey mîwandarî bû be emrî seyîd îcrakiraw bexoşî damezrayn. lepaş dû sê řoj îstîraḧet aẍayanî «eskî beẍda» cenabî ḧacî mu’mîn xan û qoç beg bo zyaret hatne zenbîl. ke çawyan be min kewt bewasîtey mu’arefey pêşû teklîfyan kird ke min biçme xidmetî ewan. minîş îcabetim kird. ke teşrîfyan řoyewe ułaẍyan bo nardim, çûme naw ew begzadane, ew ’alî hîmmetane.

meqsedim le nûsînî em te’rîxe biçkoleye beyanî eḧwałî ’eşîret û mîlletî kurde. bew munasebewe waqî’atî xoşim nûsîwe.

le î’tîbarî turcanewe daxłî wiłatî mukiryan bûyn. mukiryan wiłatêkî zor xoşî bewarîdate. ’eşîretî «dêbukirî»û «begzade» le mukiryana saknin. her ’eşîretê ře’îsêkyan heye muleqqeb be «îlxanî». îlxanîy dêbukirî kuřanî ew ḧacî bayz aẍa û meḧmûd aẍa û serdar es’ed ’elî aẍa îdarey ’eşîreteke legeł daxîl û xarîc eken. muqtezay tebî’etî kurde hitir tayfeyek legeł tayfityekî tir ’edawetî heye. em dêbukirîye legeł begzade û menguř, gewirk naxoşîyan da’îma heye. emma bewasîtey ḧusnî îdarey kuřanî ḧacî êlxanî qîsmê le menguř û qîsmê le begzadeyan kirduwe be dost û ew kesî ke dostyan bê zor řî’ayetî deken û bo muḧafezey têdekoşin. weqtî şeř nezdîkî hezar swaryan debê. zor talîb be ’îlim û me’rîfetin. qedrî ’ulemayan la heye. eger mu’ellîmyan dest bikewî betertîbî taze be mindałyan dexwênin. bo ḧukûmet zor mutî’in. qemçîy destî ḧûkumetî sabłaẍ aẍayanî dêbukirîy. qîsmî begzade ewanîş zorin. ewî bequdrete tayfey feyzułłabegî pê dełên. em tayfeye meḧałî seqizCih û bokanCih heta sabłax û serḧeddî gewrikyan îşẍał kirduwe. hemû saḧêb qonaẍ, saḧêb nan, saḧêb seyf û qełem. «mi’ alti’esif»Erebî ekserî ẍerqî sefahete, ẍeyrî ’uşret û xwardin û nûstin fikirêkî keyan nîye. legeł eweş le eḧwałî ’alem baxeberin, wek «twa’if almilukErebî» wane, kes qisey kes naxwênêtewa. ře’îsyan nufuzî nîye, emma weqtî şeř.... îtîfaqyan heye. bo ḧukûmet ewende mutî’in bew hemû îqtîdarewe sałdatêkî êranî etwanê hemû emrê lenawyana îcra bika.

qise qise ebřê. walî sine şerîfuddewłe be mewcûdêkî sed kesîyewe hate seqiz, neyantiwanî le muqabeleya ḧereketî mezbûḧane biken, we pazde kesî kuře kuřey lê ḧebis kirdin, be pazdehezar tuman cerîme xoyan necat da.

ew şeca’etî ke le feyzułłabegî cedyan neqil ekirê, zor le ewladanî dûre, welê zor teceddudperistin, ’aşiqî mekteb û me’arîfin. fikirî qewmîyet le be’zêkyana mewcûde, ewîş leber îstîbdad û zułim le ře’yet û ehalîy berdestyan îzharî naken. ře’yetyan zor cahîle û ’ewamin, ’eksî kurdistanî cunûbîye. lecunûbda qîsmî ’ewam fikiryan nûranîye û xewas cahîln. le şimal xewas xewase, ’ewam ’ewame.

le te’rîxî kurd ke ełman nûsîwyane û be turkî terceme kirawe, ḧukûmetêkî kurd lejêr îdarey «bodaq beg»Nava taybet teşkîl kirawe merkezî mukiryan buwe. qełemřewî ew ḧukûmete meraẍe, myandiwaw, urmye, sabłax, seqiz, bane, sine, silêmanî, kifrîCih, we le terefî ẍerbewe heta cezîre řoywe. lepaş wefatî xoy ewladî ew îxtîlafyan têkewtuwe. hêndê teşebbusî be şay êran kirduwew hêndê çûne estanbûł dexaletyan be ’usmanîbirduwe. gah em ẍałb, gah ew. syasetî dewłeteyn; û nîfaq beynî ekirad bû be sebebî meḧwî ew ḧukûmete. wiłatyan beş kira.

le mukiryana le qîsmî begzadana ’ezîzxanî serdar zor be’îqtîdar û cewher û ’eşîret dost, saḧêb şîru tîr, qełem û tedbîr bû. menaqîb û meḧamîdî ew betenha kitêbêkî dewê. lepaş ew ḧisên xanî serdar kořî ’ezîzxan bû be ḧakmî sabłax. qewmîyet û dyanet lay ew ’eyş û noş bû. legeł ew hemû emla ke cesîmeke bûy û ew hemû cerîmew cezay ḧukûmetey ke řacî’ be xoy bû, da’îma sedhezar tuman qerizdar buwe. netîcey seyî’atî ew barî qerz be’îrsim bo ’elî xanî kuřî mayewe. zabtêkî ’usmanî neqłî kird witî: şewê çûme meclîsî serdar ḧisên xan le sabłaxa, danîştim, temaşam kird yekê destî xistibwe binagwêy aman aman aman aman goranî dewt. yekêkî ke tarî lê edaw, çend aẍayê le dêbukirî û feyzułłabegî danîştibûn, sifreyek le berdestyana řaxrabû, heryeke, şûşeyê qonyaẍ û fiřûcêkî sûrkirawa bo meze û xoşî, le layêkewe kewtibû agay le xoy nebû, we çend nokerê řawestabûn, yekê bazî beser destewe. qedrê seyrî ew wez’yetem kird. lepaşa hestam řoyîm.

legeł ’ezîzxanî bawkî nuqtey muqabîl bûn. le şeřî řûs û ’usmanîda be tuhmetî casûsî řûs gîra û ḧebis kira...