eḧwałî îqtîsadî

Li pirtûka:
Yaddaştî Rojanî Derbederî
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 3 Xulek  544 Dîtin

bane qesebeyekî bewarîdate. ḧasłatî tûtin, mazû, ketîre, binêşt, gezo, dar û xełûze. enwa’î mîwey nayabî heye. le kîfayetî xoy zyatir gendim û cow herzinî lê dadeçênrê. le be’zê dêhatîşya çełtûk ekirê. enwa’î řaw û şikarî zore. qîsmî muhîmmî řawyan řawekewe. weqtê ke pol pol kew řû dekate kwêstan, řêgay mexsûsî ew pole kewane tifengiçî lê dadenîşê. pyawî wa heye řojî pêncised kew ekujê. řawekew le baneda dewrî da’îme. çwar fesił heye. ehalî zor kasb û feqîrin. feqîrîyan besebeb ẍedrî begzade û meḧmûdxaneweye. meḧmûdxanNava taybet dełên beta’ete, benan û xwane, emma çayê ke le meclîsî ewda dem ebê hemû xwênawî diłî ře’yete. lem beyanate meqsûdim zem û medḧî kes nîye. herçî řaste û beçawî xom dîwme nûsîwme. «waq’aً»Erebî mu’ameley meḧmûdxan legeł sadat wekû îbnûzyad wabû, lew tefsîlate gurêz ekem. ḧałetî ḧukûmetî baneyî beyan ekem.

řêgam kewte dêyek te’elluqî be meḧmûdxan bû, lêm pirsîn hersałê çendibar tûtnitan ebê? wityan hîç. witim em hemû barawane çîye kirawe be tûtin? wityan bo meḧmûdxanî ekeyn. witim ḧeqe awtan nadatê? wityan par hîçî nedaynê. witim ke wabê boç tûtin eken? wityan kwêr heta emrê betemay çawe. dełêyn par neydaynê bełkû emsał řeḧmî bibê ya ḧakmê bibê netwanê em ẍedre bika.

yekêkî tir le ehlî ew dêye witî: mela, mela, emsał dwazdehezar tumenî lem dêhatî baneye bo pêşkeşî şerîfuddewłe senduwe. lem pîta ka ře’yet way lêhatuwe le řûs ke hemû baney wêran kird ewende zererman nedîwe. tîcaretî baneCih zor muhîme. wasîteye lebeynî suleymanîCih û seqizCihda, wek bender waye. ehlî kesebeş heryekî merbûtî aẍayêke, ḧuřřîyetî tewawyan nîye. asarî mu’ayeşey yons xane ke ’ulema lenawyana zor beqedir û ḧurmete, ẍeyrî meḧmûdxan ekserî begzade terefdarî mekteb û teḧsîlî tazen. emma xan zor mute’essîbe, we’îlla bane lazim bû mektebêkî řuşdî tya bwaye, ehalî û ře’yetyan lesed pêncî xwêndeware, tenha kaẍezê enûsin û dexwênnewew bes.