mîrza tofîq qezaz

Li pirtûka:
Gencîney Merdan
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 6 Xulek  649 Dîtin

le merdanî meşhûrî suleymanî mîrza tofîq kuřî ḧacî eḧmedî meşhûr be tofîq qezaz, benawî bawkîyewe qezazîy ezanî, emîş bew leqebewe nîsbet dirawe. be bê teḧsîlî ’alî le fennî îdare we syaset û î’mar û îqtîsad girewî le teḧsîl dîdekan birduwetewe. be semaḧet, be cesaret, be ẍîret hawtay le suleymanîya nîye. řyayî, merayî, polîtîqey me’mûrîy gewrey be kufir dezanî. be asarî ’îmran şî’arî ecnebî û xowłatîy memnûn kirduwe. biçore serçinar ke qebiristanêkî wişk û bêsêber bû, îst befkirî ’îmran perwerî way lêkirduwe «cinة ticrî min tiḧtiha alanhar»Erebî. kirdûye be parçe beheştê ke qabîle şah û geda bo tefeřřuc û seyran řûy têbken, ya biço bo serawî subḧan aẍa le şarezûr, muteḧeyîrane bang ekey «sibḧan min tiḧîr fî sin’ih ali’qul»Erebî. ew me’denî mar û mêrûle û mêşûleye buwe be baẍ, be daristan, be zera’et, nimûney seyfîyekanî îswîçre we şaxî lubnan. werewe suleymanî, qesrêkî bo danîştinî xoy dirust kirduwe ’ereb çawî pê bikewê ełê:

fila yidxilk, ya qisir, enînErebî
ûٲziḧî fîk misrura, ḧizînErebî

bêynewe ser metłeb. ’eceba em serçinare, em serawî subḧan aẍaye, em xanû û qesrî suleymanîye çon dirust kirawe? be bêgar û herewez, ya behêzî pare û xidmetî ’emele? bełê, be serfî pare peyda buwe. «tiqrîba»Erebî heta îsta we bo ew bînayey ke taze xerîkyetî leser cadey kerkûkCih sedhezar dînar serf buwe ya ebê. em hemû dînare çîy lêhat? hemûy çuwe baxełî kirêkar û cûtyar û sepan û ’emele û westa û saḧêb geç û berd û qisił û xiştî sûr. bam benawî menfe’et bê boxoy, emma îstîfadey mîllet zortire ke ew hemû neqdeyan dest kewtuwew wiłatekeşyan cwanî û zînetî tê kewtuwe. mîrzayş wek ewan îstîfade le seyr û temaşa deka, we’îlla ew mesrefey kirdûyetî xwa eyzanê be çend sał piř ebêtewe.

xidmetêkî tirî: xeber be ehalîy şarezûr eda ke bênewe řaweberaze, pênc şeş ser meř ser’ebřê eyka be zyafet be piław û goşt bo ewaney ke bo řaweberaz ko ebêtewe. becarê wek şikarî şahî, le hemûlayekewe ehalî ekewne ew çem û deştewe, beraz řa’epeřênin, be seg, be tifeng dest eken be kuştarî beraz. lepaş em řaw û şikare û def’î beraz lew etrafeda, ehalî bekomeł řû ekenewe dîwaxanî mîrza tofêq û be qyew basî řaweke herkesê şitêkî dîbê eyłêt. emca sînî û xwanyan bo dête pêşewe, be diłî xoş be’aram qawełtî eken. le axirda semaweryan bo germ ekirêt, ça exonewe. bem xidmete hem def’î berazî kird, we hem ehalîyşî be de’wet û nan xwardin legeł yek û meḧebbet û dostî aşna ekird.

xidmetêkî tirî, le waqî’ey berdergay seray ḧukûmet: ewsa hemû lîwayek mu’awînêkî îdarîy îngilîzî tyabû. ḧukûmet eywîst xoy bebê ehalî întîxabî mendûb bika. ehalîyş eweyan la naxoş bû, întîxabî ḧuř û qanûnîyan ewîst. bo ew mes’ele muzahereyêkî qanûnî kira. mîrza tofîqyan kird be wekîl ke metalîb be ḧukûmet teblîẍ bika. mîrza çuwe banî çaxanekey pêş sera, řêga nebû bo da’îrey muteseřřîf, dergay ḧukûmet sed kirabû û polîs be sîlaḧewe muḧafezeyan ekird. le da’îrey muteseřřîfda întîxab ekira. le serbanî çaxaneke mîrza destî kird be nutqidan û tełebî metalîbî mîlletî kird. be’zê lew cahîlan û herzekaran ẍîretyan hatecoş pelamarî polîs û dergay ḧukûmetyan da be berdebaran. ḧakme îngilîzeke nardî mefrezeyek ’esker be metralyozewe hat û emrîşî da ke te’eřřuzî ehalî biken. ’esker destîkird be agirbaranî metralyoz, becarê sed birîndar û kujraw le meydana kewt. ehalî çunke fikirî muqabeley ḧukûmetyan nebû. kes sîlaḧî pê nebû, benaçar biław bûnewe û çendikesîş le ehalî gîra û tewqîf kira. mîrza tofîqîş le tewqîf kirawekan bû. we le mewqûfan qîsmî eşrafyan nard bo kerkûk. baqî le suleymanî ḧebis kiran. ḧukûmet be meramî xoy întîxabî meb’ûsî kird. lepaş muddetê ke necatyan bû mîrza tofîq destî semaḧet û merdayetîy bo mał û minałî kujrawekan dirêj kird, me’aşî bo biřînewe, mangewmang yaryey edan û xidmetî ekirdin. heta em axrîyeş zor ’a’îley musteḧeq ew me’aşey wergirtuwe, we êstaş mesrefî cejin û xercîyan bo enêrê. le dewłemendan zor kes řefîqî bû. tenha mîrza em xidmetey be mîlletî perêşan kird.

yekêkî tir: hemû sałê benawî zekatewe mîqdarî çwarsed pêncised dînar dadenê. îḧtîmal lew qedereş gelê zyatir bê, ewe xoy eyzanê. xeber be kwêru pîru hejaru lêqewmawan edrêt ke biçin «ḧiq alilة»Erebî werbigrin, deste deste feqîr û hejar, jin û pyaw řû ekene meḧellê ke boyan me’lûm kirawe, herkes begwêrey îstîḧqaqî xoy parey edrêtê. wek zekatî sa’îre nîye ke yekî penca fils ya sed filsî edenê û def’î eken le xoyan. em le dînarewe heta sê çwar dînarîşyan edatê ke kełkî îḧtyacîyan bigrêt.

şexsê gêřayewe witî leser xermanî merezekey danîştibûm le hemûlawe bo xerman loẍe feqîr řûyan têkird, herkes beqeder xoy bêbeş nekira. çełtûkyan edanê, seyrim kird seydêkî şał sewz peyda bû, daway xerman loẍey kird. mîrza lêy pirsî seyîd lekwêwe hatûy? witî le dêy gułpewe. emrî kird pênc teneke çełtûkyan bo pêwa. seyîd her lewê sê tenekey firoştewe. dû tenekeşî kirde gunîyewe day beşanya. bangî seyîdî kird were! seyîd hat. gutî kaka seyîd natwanî bem kołewe bigeyte gułp. pisûłeyekit bo enûsim her otombîlê hat nîşanî bide hełt egrêt bo hełebce. ha ewe dû dînarîş boxot xercî ke. seyîd bemesrûrî řoy. otomobîlî tûş bû heta hełebce be xoy û çełtûkyewe bexořayî hełyangirt.

sê kuçkey merdî ke le qeredaẍ û serçinar û şarezûrdaye mencełî semaḧetî xistuwete ser, hatuwete coş, le hemû etraf û canîbêkda îstîfade lew mencełe becoşe eken. dûru nizîk xêrî be’ucret bê, bexořayî bê, lê wer’egirin. hemû cêgayêk ke qełemřewî ew bê du’ay xêrî bo eken. xuda du’ayan qubûł kat.