ey dilêran

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  1811 Dîtin
ey dilêran, bêçwe şêran
besye, hestin le xew, wa beyane
bo berzî qewmî kurd
têkoşin dest û bird
çawî lêtane, daykî weten
***
’alem emřo her xerîke
hewł eda bo berzîy jyanî
yek girin, pêş kewn
řapeřn, serkewn
çawî lêtane, daykî weten
***
mektebe dermanî ême
xwêndine řehberî řizgarî
hestin ey lawî kurd
têkoşin dest û bird
çawî lêtane, daykî weten
***
çaresazan, karbedestan
bo çî wa mat û bê deng û dûrin
obałî qewmî kurd
le estoy êweye
çawî lêtane, daykî weten