derdî derûn

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  825 Dîtin
ew kesey małî nîye û bê neqid û mułk û serwete
cergî sûtawî weten, řoḧî fîdayî mîllete
bo se’adet bo weten saḧêb... coşî ewe
ew diłey bo serbexoyî piř le qehir û mîḧnete
ew dezanê «fî aliḧqîqة»Erebî qîmet û qedrî nîye
saḧêbî ḧîsis û biłindî û hemdemî mîllîyyete
herçî mał û xan û man serwetî zorî heye
dujminî mîllîyyete û, bê ẍîret û bê ḧurmete
aneyek bo nef’î şexsî sed weten dênê lelay
babekuştey xo xusûsen ḧałetî ḧuřřîyete
nawî qewmî laberî bê şubhe gałtet pê ekat
pêt ełê: eḧmeq! eme îşî kere em xulqete
mîlletî çî, qewmî çî, berzî û se’adet ye’nî çî?
bo edey dewrey demaẍit bem xeyał û fîkirete?
mîlletê tuxwa weha bê gewrekanî, çon ejî
řoḧî mirdûy pyawî gewre negbetî naw mîllete