behar namewê...

Li pirtûka:
Dîwanî Fayiq Bêkes
Berhema:
Fayiq Bêkes (1905-1948)
 1 Xulek  968 Dîtin
behar namewê cwanît bibînim
emřo min bedił pest û ẍemgînim
dûrim le xoşî. xerîkî şînim
zar û bêzarim tarîke jînim
dujminî lale û guł û nesrînim
behar namewê cwanît bibînim
***
behar bulbulit ba her bixiwênê
gułîş le deşta ba xoy binwênê
kanît awî řûn ba hełqułênê
gij û gyat hewa ba bîşekênê
emane diłî min nabziwênê
behar namewê cwanît bibînim
***
behar û deşt û asmanî şînî
bulbul û qumrî û guł û nesrînî
neş’ey dîmenî cwan û şîrînî
peşme lay kesê serapa jînî
piř bê le dîlî û derd û ẍemgînî
behar namewê cwanît bibînim