port û şîret

Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 4 Xulek  832 Dîtin
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere.
em bûn çera hirç û gura
bûn alfê ga û kera
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere.
heval bibin tev markisî
bawer mebin bi hîç kesî
bi pêşde gernas û şyar
êrîş bikin sênca neyar
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere.
win kom bikin zêr û pera
zû çê bikin serleşkera
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere.
kurd perçe perçe çend kerî
doza xwe nabin ta serî
kole di bin destê neyar
çawa bibim jê hêvîdar?
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere
divêm şyarbin hey heval!
bidin di vê rê can û mal
li ser çyan şepal û şêr
êrîş bikin li jor û jêr
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere.
eger wesan çend perçe bin,
dê tim di bin zorê debin
ger em nebin yek perçe ar
guh nadî dengê min neyar
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere.
lê markisî nabî dubin
gernas di binde radbin
destan bidin hev bibne yek
êrîş bikin dijmin bi çek
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere.
bibin fidakarên welêt
ji xwe bikin şerim û fehêt
êrîş bikin dijmin bi şer
gava şikest win bidne ser
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere.
her wek vyetnamCih şer bikin
dijmin ji hev ker ker bikin
dostên mene tev markisî
turk û ’ereb û farsî
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere.
hevsar medin dest borcewaz
mebin çera hirç û beraz
cotar û herçî dest qirêj
em tev birane hê ji mêj
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere.
welat bixiwazin rast û çep
turk û ’ecem, kurd û ’ereb
destan hemî em bidne hev
lê nebtenê bêjin bi dev
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere.
her yek di nav qada xweda
dest bidne hev jar û geda
herçî hevalên koledar
ji bo me ew herdem neyar
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere
çend sale ev qîr û hewar
carek ji xew nabin şyar?
îro şyarbûne ji xew
dîsa dibin wek çêlekew
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere.
şah û beg û aẍa neyar
dost û hevalên koledar
şêx û melayên sexteçî
em kirne «sofî» û «ḧecî»
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere
dest bidne hev tev mêr û jin
xorit û keç û biçûk, mezin
em tev ji vê berpirsyar
besin ji xew rabin şyar
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere
cihan hêjî bûn dubend
wan dane mil gurz û kemend
bendek li jor û yek li jêr
bendek bi xwîn û yek bi zêr
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere
şêr şêre, jin bî yan jî mêr
navê tevan danîne şêr
gava ku tê dengê piling
destê me naçî ser tiving
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere
xûşkê tu jî hînbe şera
zû nas bike derb û bera
wek mêr tu karî şer bikî
dijmin ji hev ker ker bikî
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere
benda me gernas, xurtemêr
lê tev nezan û tev nekêr
bê zêr dibin destê neyar
ta kengî em nabin şyar?
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere
heval şyar be, rê bizan
dûr kev ji destên van dizan
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere
cotar û karkar, xwendewar
tev bibne yek em dost û yar
gernasî karî şer bikî
dijmin ji hev ker ker bikî
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere
ev perçe bûn nejber xwe tê
gayê zexel naçî xetê
barê giran, ker naçî ber
seyda ji ber xûn bû ciger
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere
kurdên ji zagrosCih û keper
çawa bitirsin ew ji şer?
guh medne van şêx û bega
çav sor dibin wek conega
hela were, hela were!
ji bo te bêjim eşkere
hawîr biborin wek beran
pîkol bikin li her deran
tirsê bixin cergê neyar
hem xûnvexar û koledar
hela wera, hela wera
seyda cigerxiwînNasnava edebî bû bira!