name bo muḧemmed begî řostemî

Li pirtûka:
Dîwanî Aẍa ’Înayet
Berhema:
Aẍa Înayet (1881-1957)
 2 Xulek  740 Dîtin
kemê ne eḧwał derdanî karî
îzhar kem we lay nimre çwarî
pîr û leř û çeq her satê derdê
ze’îf na’umêd henase serdê
derdî giştiman mîras cêmage
penc şeş derdê ter le min řûy dage
mangî řemezan wek załmî cebûn
serî nawêto le bûn û nebûn
her kesê bigrêt her wêłî nakat
îd’ay xwênî kakey lê ekat
gîrodey desî penc ẍeza bûgim
le des her pencyan min le des çûgim
duwanî dewłetî syanî şexsî
hawar dad le des do keşk û qeysî
şerte ledaxî dokeşk û qeysî
kogerdî bikem wek derwêş weysî
le gişt zyater we ’îşwe û naze
seḧerîm daym nan û pyaze
penîrî kirmîn aşî qurbaqe
hawar dad le des î feqir û faqe
wek hełwa eyxiwa herkesê saqe
dad bê dad ledes aşî qurbaqe
meḧkûm û mezłûm e’małî şaqe
giriftarî des aşî qurbaqe
bexwa ’ezîzan teklîfê şaqe
xwardinî nîye aşî qurbaqe
wek bizin bigrêt ew bele baqe
kirdigye wemin aşî qurbaqe
’umum derdiman dûrîy û fîraqe
serbarî derdan aşî qurbaqe
mexsûsen her kam ře’îs otaqe
bawkî efroşê bo aş qurbaqe
şehenşahîye tiř û tifaqe
penîrî kirmîn aşî qurbaqe
bo îrad coyî çawyan zaqe
her kesê neyxiwa texte û şelaqe
le aw goşte řeş herçî beyan key
tam û lezzetî we qewrî kakey
le gişt betre ew ẍezay xase
her çiłk û çiłme eykene kase
tete bo kerî we koy zoxał wê
fîtwa derekey tuxmî gemał wê
meger text û bext bwê çewaşe
ewsa waz bêrin lem aşî maşe
însaf xo naden nayejin bese
nam le kwê têrin em gişt ’edese
pakîçî naken piř le ka û tûke
bêştir danekey kujî çełtûke
new’ perestî û mîllet perwerîy
em ’edałete quř bigre derî
kaẍezî dinya temam sya wê
derdî diłî min her tewaw nawê
sewzî xwardinî êweyç ezanim
er îzhar biken minet we gyanim
wez’î xotan û mangî řemezan
binwîse le min kak miḧemmed gyan
ḧałim nemage îtir bo min bes
natewawîyekey ḧewałey êwes