le farisda

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 1 Xulek  767 Dîtin

’eşîretî şwankare heye û zor û bequwete, le tarîxî wiłatanî fars û kirmanda zor xoy nîşan dawe û beynêk ḧikûmetêkîşî damezranduwe. mentîqey êstakey zarkan, îstabanan, bûrk, tarim, xeyra, terîz, kurum, řunîzlar û darancirde. le şerqî şîrazewe ta bocnûrd eçê, ta qeraẍî beḧrî farsî be desteweye, le tîcaret û zera’etîşda baş pêş kewtuwe. be gwêrey wîs’etî meskenekeyewe ebê nifûsêkî zorî bê û bîst û sê hezar małêk ebê. le pêşda pênc beşî gewrey hebuwe: îsma’îlî, řamanî, karzûyî, mes’ûdî û şakanî. be řîwayetî naw xoyan emîrekeyan netewey ewweł ḧukmidarî sasanî, erdeşîre. beşî şakanî le dewrî saḧlî xelîcî farse. be gwêrey tarîx, firqey here muhîmî, řamanîye. fezlewî ḧukmidarî şwankare û kirman, lem firqeye buwe (înisqilopedyay îslam, ciłdî 2)