weram bo kiçêkî sovyetî
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
1 Xulek
1400 Dîtin
le sînatorî «gîrtisin» bûm le nizîk mosko. kiçêkî kurdîzanî lînîngiradî nameyekî dostaney bo nûsîbûm. bełam îmzakeym bo nexwêndirayewe, le werama emem bo nûsîwe:
kîje řûsekey nawit nazanim
nameket geyşit qezat le gyanim
sûrîy dayewe be goney zerdim
giftit hetwanin bo çarî derdim
minîş be dyarî le kurdistan řa
yanî le wełgey dîdemestanřa
le çawřeşan û le bałaberzan
kułmegeşan û neşmîle û terzan
peyamim pêye bo çawî şînit
bo lêwî sûrî be pêkenînit
maçim hênawe bo demî tengit
řwanîn le bałay nemamî şengit
temaşam pêye bo kułmî ałit
diłim detirsê le daney xałit
kurdîş zor cwanin bełam esîrin
le des dagîrker be cwanî pîrin
gîrodey destî turk û êranin
lengo daxwazîy yarîdedanin
eger weku to ewîş azad bin
wek hemû gelan diłxoş û şad bin
le minîş detarê barî hejarî
dekewme kořî yarî û diłdarî