em kitêbem çon nûsî?

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 9 Xulek  2003 Dîtin

le dway eme ke le cêgey te’bîrî ’imûmîy «’usmanî», lefzî «turk» û «toranî» le turkyada bawî send, be tebî’et wekû efradî mîlletekanî tir, minîş le naw ew komełeda ẍîretî xom çaktir ḧîs kird û ẍirûrî qewmî, mecbûrî kirdim ke le hemû firsetêkda em ḧîssey xom îzhar bikem, bełam derḧeq be esił û te’rîxî qewmekem hîçim ne’ezanî, çunke ta ew weqte ne le mekatbida fikirêkî waman dirabûye û ne le dwayîşda zerûretî tedqîqî te’rîxî kurdiman dîbû û kelîmey camî’ey «’usmanlî», e’sabî qewmîyey hemûmanî ta dereceyek xaw kirdibuwewe, barha em su’alem le xom ekird: qewmî kurd le çi neteweyeke? çî be ser hatuwe? bełam nem’etwanî cewabêkî başî bo bidozmewe; be na’îlacî le çend gewreyekî kurdim pirsî, ḧeta lewane dwanîşyan le mamostakanî te’rîx bûn, yekêkyan esłî kurdî be řîwayetêkî muşeweş birdewe ser kurdî kuřî ’emroy qeḧtanî; ewî tirîşyan kirdînî be netewey dêwêk ke «çasad»yan pê gutuwe. beřastî em dû cewabe bêxêre zor seẍłetî dam û legeł wîcdanî xomda qewl û birîm kird ke xom tedqîqî em mu’emmaye bikem. zatî bûnim le estamołda firsetêkî baş bû, weqtî bê’îşîy xom bo em tedqîqate dana û le îbtîday 1326y řomîyewe desim kird be zyaretî kitêbxanekanî estamoł. firsetî em xidmetem kem bû, çunke hemû sałêk şeş ḧewt mang legeł qomîsyonî ḧidûd le derewe xerîk ebûm, lem firsete keme zorim îstîfade kird û ta ewaxîrî sałî 1328y řomî, çend sed eserêkim mutała kird û notêkî zorim girt. bext û tał’ le 1329da be wezîfeyekî řesmî geyandimye ewrûpa; le ełmanya û feřanseda zor kitêbxane û mûzem zyaret kird û zor asarî nadîrem çaw pêkewt û notêkî zorim ko kirdewe û derḧeq be kurdayetî, sî çil kitêbêkî başî musteşrîqînîşim kiřî, bełam le dway geřaneweman zorî pê neçû şeřî gewre desî pêkird û wezîfe, em tedqîqatey pê dwa xistim.

le dway şeřî gewre, ke çûmewe estamoł, serlenwê desim pêkird, kitêbe tazekanim baş mutała kird, notekanim řêk xist û desim kird be nûsîn û dûsed lapeřeyekim ḧazir kird. ewendey pê neçû le sałî 1335y řomî (1919y mîladî) û le cejnî qurbanda tûşî musîbetêkî gewre bûm, le weqtêkda ke le małewe nebûm, geřekekeman agirî tê berbû û xanuwekey minîş lew naweda sûta û hîçman bo derneçû. be tebî’et řencî pênc şeş sałim le des çû, ne note ma û ne kitêb; em musîbete gewreye beřastî zor me’yûsî kirdim û çar naçar wazim lê hêna.

le dway em me’yûsîye, be de sał, ye’nî le 1929y mîladîda řojêk le kitêbxaney meclîsî nwabda «enisqilopedyay îslam»m çaw pêkewt û bo mutałakirdin be emanet werimgirt. temaşam kird em esere nayab û tazeye, ke le 1905da le teřef hey’etêkî mutexesîsewe desî pêkirawe û hêşta tewaw nebuwe, le ciłdî duwemîda beḧsêkî mexsûsî kurdî tyaye le teřef musteşrîq û ’almêkî zor benawbangewe ke «fon mînoriskî»ye, nûsrawe. be şewqêkî zyadewe dû sê car xwêndimewe. em mutałaye meylî konî taze kirdimewe û serlenwê qerarim da ke le ser ew esase, «xulaseyekî te’rîxî kurd û kurdistan» binûsim.

le pêş hemû şitêkda hênam ew ebḧasey ke legeł kurd û kurdistanda munasebetî bû, hemûm tercume kird; le paşda, be gwêrey bîbloẍrafîyekey, ew eseraney ke îşaretî bo kirdibû, hewłim bo peyakirdinî da, be’zêkim des kewt û be’zê eserî tazeşim peya kird. be’zê le dostanîş le xisûsî peyakirdinî be’zê kutubewe yarîyeyekî zoryan dam û le îrşad û efkarî ’almaney mudîrî da’îrey asarî ’êraq ke «sêr sîdney simît» bû, zorim îstîfade kird. esere nayabekey xoy legeł be’zê asarî tirda bo nardim û mutale’eyekî başîşî derḧeq be kurdistan bo nûsîm.

le dway kokirdinewey em asare, ke nawekanyanim le nîhayetî em ciłdeda nûsîwe, le îbtîday sałî 1930da desim kird be se’îkirdin. nebûnî wezîfey řesmîyeşim firsetêkî baş bû û be se’yekî berdewam nizîkî sałêk xerîk bûm. lem muddeteda em ciłde ke zubdeyekî te’rîxî kurd û kurdistane, legeł beşêkî ciłdî duwem, ke te’rîxî ḧikûmatî kurde, «te’rîxî wiłatî silêmanî» û beşêkî kitêbî «pyawe gewrekanî kurd» pê geyenra.

be’zê le dostan wîstyan ke em kîtabane ya be ’erebî ya be turkî binûsim; bełam beřastî lam munasîb nebû ke te’rîxî kurd û kurdistan le teřef kurdêkewe le hemûy zyatir bo kurd be zimanêkî ẍeyre kurd binûsrê. mela îdrîsî bitlîsî, kitêbî «heşt beheşt»y be farsî bo sułtan bayezîd nûsî, zererî nebû, çunke te’rîxêkî ’usmanî bû, bełam be ’eqîdey min şerefxanî bitlîsî ne’ebû «şerefname» ke te’rîxêkî kurde, be farsî binûsê. xulase bem qena’ete, be kurdî nûsîm bełam lem nûsîneda dû şitim be esas dana:

1. kelîmatî kurdîm wekû çon ebêjrê, wa nûsî, bełam îmlay kelîmatî ’erebî û farsîm têk neda, çunke ewełen ḧeqim nebû, sanyen, řenge serîş le xwêndewaran têk bida.

2. lebatî jêrî îzafe «y» û le cêgey ser «e» û le batî bor «û»m dana, nemwîst ḧerfî zyade dabnêm. waqî’en telefuzî «li» û «r» û «û» le zibanî kurdîda çend new’êke, bełam emane le mewqî’î xoyda be serinicdan ferq ekirê.

min qet îddî’ay ewe nakem ke em kitêbe te’rîxêkî tewaw û bêqsûrî kurde, bełkû be ’eksî eme, ełêm qisûrî zore; legeł emeda ke netîcey tedqîqî dûsed û penca ciłdêk asarî îngilîzî û feransîzî û ełmanî û ’erebî û turkî û farsîye, dîsanewe nuqsane û tenya esasêke bo lawan û xwêndewaranî kurd û etwanin be şêneyî îkmalî biken. bo saẍkirdinewey te’rîxî qedîmî kurd, le hemûy zyatir hewłim da û çwar car em beḧsem serlenwê nûsî û be dereceyek, be yarmetîy asarî taze û beqîmet saẍim kirdewe û eger be tewawî û bebê şubhe em beḧse saẍ nekirabêtewe wa ezanim xetay min nîye, çunke asar û wesa’îqî êsta her ewende musa’edey kird. bełam umêdim heye ke mesa’îy germ û berdewamî hey’etekanî asarî qedîme, le musteqbelêkî nizîkda em beḧse zyatir tenwîr eka.

le beşî wiqû’atî te’rîxîyey kurd û kurdistanîşda ḧadîsatêkî merbût û muntezem nabînrê. sebebî emeş, nebûnî mebaḧîsêkî mexsûse derḧeq be qewmî kurd. asarî şerqîye û ẍerbîye, basî kurd û maceray be’zê eqsam, ya pyawe gewrekanî kurdyan tenya be munasebetî be’zê ḧadîsatewe kirduwe û em beḧsaneş we nîye yek le dway yek bê; eẍłebyan nuqsan û piçiřpiçře. meselen «alkamil» basî «ce’fer»nawêkî gewrey kurdit bo eka, ke dû def’e leşkirî xelîfey ’ebasî «elmu’tesem»y le şaxanî «dasnî»da şikanduwe, bełam derḧeq be esił û fesłî û serguzşitey, hîç xeberêk nada.

îbnî mîskiweyh le kîtabî «ticarb al’emim»yida basî «eḧmed kuřî zeḧak»y kurd eka, ke le naw leşkirî mîsirda û le qomanday «îbin semsam»da buwe û le weqtêkda ke leşkirî mîsir beramber be řom le sûryeda şikawe, em qehremane be tenya sware, hełîkutawete ser serdarî řom û kuştûyetî û bote sebebî ẍelebey leşkirî mîsir (381y hîcrî), bełam derḧeq be esłî û dwayî ḧeyatî em qehremane me’lûmatêk nada.

xulase, le asarî ẍerbîye û şerqîyeda derḧeq be tarîxî kurd me’lûmatêkî řêkupêk nîye, yaxud bo min nedozrayewe û bedûr nîye ke eger dewam le ser tedqîqat bikirê, em nuqsane kemê zorê le nawa hełgîrê û em xidmeteş wezîfey lawanî îmřo û sibeynêye. lem xisûsewe zor tikayan lê ekem ke wekû be’zê muḧeřřîřînî kurdî dwênê û îmřo, le tarîx nûsînda tabî’î ḧîs û xeyał nebin, le xoyanewe hîç hełnebestin û ḧadîsatî tarîxîye negořn. bo ew beḧsaney ke eynûsin, wesîqeyekî mu’teber û me’rûf nîşan biden; eger wa neken, řencyan be zay’ eçê, nûsînekeyan qîmetêkî ’îlmîyey nabê û le layekî tirîşewe xoyan û qewmekeşyan tiřo eken. min be gwêrey tedqîqat û tetebu’atî xom, be tewawî têgeyştûm ke qewmî kurd û tarîxekey, hîç muḧtacî em new’e şitane nîye, mefaxrî tarîxîyey zore, ebê boy bigeřêyn û bîdozînewe, wezîfey pêgeyştuwanî kurd emeye.

bo tebrîk, fa’îdey ewweł teb’î kurdîy em ciłd (cizim)em bo «yaney serkewtin» hedye kird, eger em «cem’yetî ’îlmîyey kurd»y kemtał’e, leme fa’îdeyekî çing bikewê, zor memnûn ebim.

înşa’ełła le dway eme ciłdî duwem û «te’rîxî wiłatî silêmanî» û kitêbî «pyawe gewrekanî kurd», yek le dway yek le çap edrê û emane ebne sebebî teşwîqî qełembedestan û pêgeyştuwanî kurd.