bîrit dekem

Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  5151 Dîtin
wek çawî kwêr bo bînayî
wek lêwî wişk bo teřayî
ḧezim lête û
bîrit dekem
wek sayeqey paşî baran
wek pêkenînî dway giryan
wek henasey demî xinkaw
wek tînwêtî «ḧisên» bo aw
bîrit dekem
bîrit dekem wek řojanî
bawexûnî lêkbiřanî
zawa.. le bûk
bîrit dekem
bîrit dekem