hełbestekem

Li pirtûka:
Firmêsk û Zerdexene
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  722 Dîtin
korpey diłekem... çendim xoş ewêy! xozge le katêkda ke meylit ekem xêra ehatî.
hełbestekem awazêke be tarî ’eşq řêkxirawe
peykerêke le goştî dił xwênim arayştî dawe
xeyałêke xurpey diłim be eşkî çawim enûsê..!
pênûsêke basî cwanî le xway diłdaran epirsê
şineyeke bonî xoşî nazdaranim bo ehênê
awełêkî aşnaye be jyanim enasênê
besteyeke sizay jyan le bîr û hoş ebatewe
cogeyekî piř firmêske daxî derûn eşwatewe
dermanêke le xestey ’eşq zamî karî sařêj eka
qeşeyeke bitxaney dił piř buẍurd û gułřêj eka
goşegîrêke nûranî le xełwetî hate derê
gułêke sozî diłdarî eba bo take dulberê
řenge êsta ta řadeyek têgeyî bît xway diłekem
ke mebestî diłim çîye? le dananî hełbestekem
ke bîrêk bû le kellemda xoşewîstî to fiřanî
ke tîrêk bû le yadma cwanî to buwe kewanî
ewsa wełamî toy nazdar legeł nesîmî newbehar
heł’ekenin bêstûnî xem le derûnma namênê tem