xemî jîn

Li pirtûka:
Firmêsk û Zerdexene
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  760 Dîtin
egerçî beşîrîntirî ezanim le maçî lêw
ger le jînî min epirsî gyane
azar û siza lelam mîwane
bexêwyan ekem ta ben azarim
hetaku şêwet dête dîdarim
ger lehoy xemim hewał epirsî
ba zû pêt biłêm bebê metirsî
diłey hejarî, le jîn bêzarim
dûre le yarî, boye xembarim
waye jînî min hetaku mawim
le çawî řeşda nûsrawe tawim
bo ebê herdem pîşem girîn bê
peřey diłekem giştî birîn bê?
wełamêkim bîst, nûsîm be xame
jyanî mirov xemî be tame