seyrî em bextî řeş û neḧse çi nahemware

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  525 Dîtin
seyrî em bextî řeş û neḧse çi nahemware
yarî çen sałeme êstake le min bêzare
xom fîday nêrgisî şehla ekem êsta şew û řoj
çunke wek dîdeyî ew yarî mine bîmare
her gurêzane le min destî řeqîbê egrê
ey xwa diłberî min bo çî ewend ẍeddare
bem serî pîrîyewe cêgeyî min meykedeye
seyrî em ’aşiqe çend serserî û bê ’are
ḧeqyetî ’aşiqî bêçare le dîn werçerxê
çunke ew perçeme piřpêçe ełêy zunnare
zułim û cewrî wekû zuḧḧake xerîkî qetłe
ḧełqeyî zułfî le pêş çawim ełêy řeşmare
şêrî neř êste esîrî desî řêwî ḧîze
îşî em çerxe temaşake çi keç řeftare
milî ker piř le zeř û zêwere espî nejdî
leř û lawaz û lecer kewtuwe wa zamare
be serî to qesem ey yarî diłazarî min
qîsmetî min hemû her derdî dił û azare
bitkujê bitbiřê ew şoxe dexîlim ’aşiq
zwîr mebe her çî bika saḧîbe xoy muxtare
men’î eḧmedNasnava edebî meke zahîd ke hemîşe meste
’efwî ew řojî ceza sehle xwa ẍeffare