řefîqan em diłem emşew ’eceb ḧałî perêşane
Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
2 Xulek
1047 Dîtin
řefîqan em diłem emşew ’eceb ḧałî perêşane
wekû bulbul le ’îşqî guł xerîkî şîn û giryane
ewend gewher le dû çawim ebarênim le hîcrana
nîgar dawênî min emřo wekû deryayî ’ummane
eger yar řû depoşî ḧeq bedeste çunke me’lûme
perî daym le berçawî hemû mexluqê penhane
tilû’î xor eka zahîr ke goşey nîmtenî lada
wiłat řûnak eka hêşta ełêy subḧî girîbane
le neş’ey badewe wextê serî kułmî eka ’areq
bî’eyne ew dełêy bergî gułe ew awî barane
egerçî dił be tîrî ’îşqî to zamar û mecrûḧe
fîdat bim xendeyî lêwit lebo ew derde dermane
dexîlim leylekey esiłim bike řeḧmê be ḧałatim
ke em ’aşiqite wek mecnûn cêgay kêw û byabane
be narî řûmetî ew şoxe cerg û dił ke sûtawe
meken men’im ke min perwanem ew şem’î şebustane
be fîtney ew řeqîbet min le bezimit dermeke qurban
mebe îxfal be weswasey řeqîb hawdînî şeytane
were ba biçîne naw gułzar û cana çend qedeḧ noş keyn
behare wa le gişt layek seday murẍî xuş elḧane
le ’îşqî řûyî guł’asat hemû dem eḧmedNasnava edebî ey diłber
be bangî berz enałênê wekû bulbul ẍezelxiwane