behar boye pyaw leber xew gêje

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  660 Dîtin
behar boye pyaw leber xew gêje
çunke şew kurte û řojgar dirêje
xwapêdaw be řoj serxew eşkênê
bo pasewan şew xew ser eşkênê
xozge ke ełên xewî pêncey tar
xewî hêcgarîy exist le bedkar
hemîşe fîtne ba le xewa bê
herçî hełîsand ḧewałey xwa bê
«اەلنەّûْmu ئەەخûû alْmewْt»yan wituwe
fîtne be biray xewîş zînduwe
wanêke kwêr bû martînî le mişt
her be xořayî ke pyawî ekuşt
řûtî ne’ekird hîçî ne’ebird
ḧezî le lingefirtêkey ekird
lê pirsînewe nebû ewsaye
ba wicud êstaş lew mere daye
bełam emcare nawêkî tire
ser azadîye gwêy lê řagre
birakem! řastî to le min bibye
şikłî îdare nazanin çîye
ême be dar û felaqe fêrîn
le der wek řêwîn, le mała şêrîn