ke min gułzarî řûy tom bê le seyrî gułistanim çî

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 2 Xulek  1078 Dîtin
ke min gułzarî řûy tom bê le seyrî gułistanim çî
qed û bałayî to xoş bê le serwî bostanim çî
ke ’îşqî to le sermaye le taney wa’îzanim çî
muqedder ger nebê axir le mîhrî mehřuxanim çî
le nałenałî nîwey şew le ahî berbeyanim çî
diłim daym le ’îşqî to nîgara mest û ḧeyrane
hemîşe karî şîn û nałe û efẍan û giryane
mîdał û mensebî ew maçekey serkułmî canane
nîşaney îftîxarî min le sînem daẍî hîcrane
biřo ey nasîḧî muşfîq le řutbe û ya nîşanim çî
ewa dêwane bûm qurban le ’îşqî çawî ẍeddarit
şeker erzan eka îmřo nîgar lêwî şekerbarit
le baxî nêrgisî şehla nîye wek çawî xummarit
ẍerez wa bû muqabîl kem legeł guł řengî řuxsarit
weger ne bê qedî serut le serwî gułistanim çî
tu xwa qurban ’efû ke ba ke min sed car gunaḧim bê
xwa hełnagrê ta key hemîşe of û ahim bê
îtir şertêke xakî jêrî pêy to min kulahim bê
ke min mîḧrabî ebroy to meqamî sucdegahim bê
îtir wek zahîdî xudbîn le mew’îdî cînanim çî
diłim sorax soraxe qesem bew çawekey kałit
hîlak û meḧu û bê hoşim le ’îşqî řûmetî ałit
de lutfê ke legeł minda fîday ew daneyî xałit
şewm wek řojî řûnake le şu’ley řûmetî ałit
biłê yekbare ba win bê le mahî asmanim çî
meḧałe lem diłem derçê be sed derd û elem mîhirit
eger yek zeřře to cana legeł minda nebê mîhirit
ẍułam û bendetim merbûte řoḧî min legeł mîhirit
be neyřengî felek cana le diłma derneçû mîhirit
ke min yek řeng û yek new’im le tebdîlî zemanim çî
hemû ’umirim beserdaçû demê maçim nekird kułimit
dû zułifit her wekû perjînî gułbaxî serî kułimit
gelê bê taqete eḧmedNasnava edebî lebo maçî serî kułimit
be min qet nadrê tefsîrî ayatî serî kułimit
girane tahîra bo min le te’rîf û beyanim çî