qyamet heł’esê bêt û qyamê ka nîgarî min

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  2203 Dîtin
qyamet heł’esê bêt û qyamê ka nîgarî min
zemane têk’eda emřo nîgahî çawî yarî min
witî: baweş be bałay seruda ke û guł be bono ke
ke temsîlî eken ew dwane bosîn û kenarî min
be naz û ’îşwe dîsan hate cwab, fermûy pyałe û mey
bizane fezłî emřoke ke dît çawî xumarî min
giriftarin le dawî pêç û tabî zułfî muşkînit
hezar ’aşiq newek tenha diłî zarî hejarî min
guł û nesrîn le xakim sewz ebin, ger bêt û ew yare
le řojêkî xezana bête ser qebir û mezarî min
diłim hawîne bo wesłî, bełam ew meylî zistane
xezanî boye kird xełqîne ’umrî wek beharî min
hicûmyan kird řeqîban wek řewî seg dewryan lêdam
meger şimşêrî ebroy ew bika êstake çarî min
be xendey nazewe fermûy, fiřêde to bey û lîmo
tebî’et destî xistûy cûtememkî wek henarî min
biřo ey wişkesofî, ba mubarek bê le to cennet
min û pyałey şeřab û wesłî şoxî bawîqarî min