şemseye kûlekeyî řoḧim û îmanî min

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  582 Dîtin
şemseye kûlekeyî řoḧim û îmanî min
şemseye ba’îsî jîn û ser û samanî min
şemseye mayeyî keyf û feřeḧim řoj û şew
şemsexane bexuda şem’î şebustanî min
şekkerî lêwî ewe merhemî qelbî zarim
qeddî mewzûnî ewe serwî gułistanî min
pêy witim şemse, xecałet buwe şemsî xawer
lew demey dîwîye ew subḧî girîbanî min
be serî to qesem ey yosfî ken’anî min
lêwî şîrînte tûtî şeker’efşanî min
şemse to lazme min wextê ke mirdim cana
qet feramoşî nekey sin’et û ’îrfanî min
ḧubbî to kafîye bo eḧmedNasnava edebîy bêçareyî xot
lutfî toye be xuda řutbe û nîşanî min